Loading...
tr usd
USD
0.21%
Amerikan Doları
41,57 TRY
tr euro
EURO
0.10%
Euro
48,55 TRY
tr chf
CHF
0.15%
İsviçre Frangı
51,97 TRY
tr jpy
JPY
0%
Japon Yeni
0,00 TRY
tr rub
RUB
0.69%
Rus Rublesi
0,50 TRY
tr cny
CNY
0.19%
Çin Yuanı
5,82 TRY
tr gbp
GBP
0.10%
İngiliz Sterlini
55,54 TRY
tr eur-usd
EURO/USD
0.03%
Euro Amerikan Doları
1,17 TRY
bist-100
BIST
-1.04%
Bist 100
11.258,72 TRY
gau
GR. ALTIN
0.23%
Gram Altın
5.012,06 TRY
tr btc
BTC
0.01%
Bitcoin
4.077.849,23 TRY
tr eth
ETH
1.02%
Ethereum
134.692,54 TRY
tr bch
BCH
1.92%
Bitcoin Cash
21.077,26 TRY
tr xrp
XRP
-0.15%
Ripple
96,16 TRY
tr ltc
LTC
6.84%
Litecoin
4.352,65 TRY
tr bnb
BNB
3.28%
Binance Coin
39.806,94 TRY
tr sol
SOL
0.53%
Solana
5.999,51 TRY
tr avax
AVAX
0.96%
Avalanche
658,83 TRY
  1. Haberler
  2. Genel
  3. Kuzey Kürtleri Siyasetinin hali pür melali ve Ters çekimle birbirinin güç,kuvvetini sıfırlayan mıknatısın iki ucu

Kuzey Kürtleri Siyasetinin hali pür melali ve Ters çekimle birbirinin güç,kuvvetini sıfırlayan mıknatısın iki ucu

h24 yazarımız Sedat Doğan’ın Kürtçe yazdığı makalesidir.

Rewşa Siyaseta Kurdên Bakûr û
Herdu Serîyê miqnatîzê, ê Kêm û Zêde kû, bi kişandinek ne rast, hêza hevdu bê wate dikin

Tu millet ji xweber, yan jî bi rê û rêbazê êlatewşên bê wate, nikanin pirsgirêkê xwe yî girîng,ê jiyanî gorî dilê xwe çareser bikin.Mâfê xweyî netevî,azadî û xweserya xwe, bi hawakî rehetî bi dest xwe bixin.
Hewceye kû a herî kêm bi qeyndî dujmin û xespkar û dagirkerên xwe yan zanê û zîrek bin, yan jî xwedî hêz bin. Diplomasî û geşedana dinyayê baş zanibin kû, xwe ji wê rewşa xweyî nexweş kanibe xellas bike…
îja ji bona vê yekê Ji bona kû milletek pirsgirêkê xwe çareser bike û kû kanibe xellasî û azadîya xwe bi destê xwe bixi, hewceye kû berî her tiştî pênc beşê wî milletî giştuk fikr û ramanê xwe, dest û nig û dilên xwe, kiryarên xwe gişa bikin yek. Têxin firaxekê û pevre bimeşin.
Eger kû mere, îro li dîrok û rewşa milletê xweser û serpêhatî dinere, di bingeha vê serkeftina wande bê guman ev rastî xwîya dike. Yanî tifak û yekîtîya van pênc beşan xwîya dike. Pekî, ev pênc beşana çinin? Ew pênc beşana:
1.Sîyaset,2.Leşkerî,3.Bazirganî-Aborî,4.Rewşenbîrî,5.Dîn û Bawerî’ ye.

Gorî vê nerînê, em li hal û rewşa xwe milletê kurd, do û îro binerîn.
Dirok, jiyana meyî li ser vê êrdnîgaryê dibe hettanî 5.000 sal berê. Em li ser vê êrdnîgarya çêbûnin. Derketinin holê. Em ji tu dera, bi koçberî nehatinin vê derê. Em ne koçber û penaberin. Ev 1.000 salê kû, me navê welatê xwe kirîye Kurdistan. Di vê dîroka dûr û dirêjde, pêşîyên me, gelek împaratorî, dewlet û mîreg ava kirine. Li ser axa xwe bûne desthilat dar û mohra xwe bi zimanê xwe li welatê xwe û êrdnîgarya xwe xistine. Wek Sumera, Mîtanî û Meda… me şekl û Şemal danin dîroka berî mîladê. Piştî mîladê jî wek Eyubîya û ê pê wan ,me rengê dirokê guherandine.
Paşê bi Selçûkîya, Îranîya û Osmanîya re têkilî danîne. Hettanî şerrê cihanê ê yekem jî wek Rêvebiryê xweser, niv xweser hebûna xwe li ser axa xwe parastine. Lê piştî wî şerrî Dewleta Osmanî hat hilweşandin. Lê heyf mixabin, dagirkera êrdnîgarya Kurdistan ji hev perçekirin, kirin pênc şeş perça. Heçî mâfê wanî netewî, kesayetî û xwezayî jî giş binpê dikin. Tên xesp kirin.Ev sed salê kû Kurd, bi her hawê tekoşeryê, tekoşîna van mâfê xwe dikin…
Trajedî û dramê herî mezin li perçê mezin, li bakûrê Kurdistanê dest pê dike. Lewra xapandina herî mezin li vir çêbûye. Tirkan, ji kurda re gotin em birayê hevduyî bisulmanın. Din, namus û welatê me gişa ketîye bin nigê dujmuna. Em xwe ji binê vê zordayê xellas bikin, emê pevre bibin şirîk û hevparên vê dewletê. Çî mâfê me hebe, wê ê we jî hebin. Bi vî hawî kurd xapandin. Bi saya alîkarî û hêza çekdarî û mêrxasya kurda, welatê xwe, ji bin destê dujmuna xelas kirin. Bi navê Dewleta Tirkî, dewleta xweyî Cumhurîyetê avakirin…
Piştî kû cîhê nigên xwe saxlem kirin, li yek peyv û biryar û peymanê xwe, qet xwedî derneketin. Dest bi înkar û qespa mâfê wan kirin. Nasname, ziman, çand, dîrok û mâfê êrdnîgarya wan xesp û înkar kirin. Kurda li himber vê xapandinê îtirazek mezin kirin. Dewleta Tirka, dest bi şerr û komkujî, daliqandin, xesp, sirgûn û talana kurdayî mezin kirin. Ev sed sale kû, ev bobelat bê navber didome.
Di vî şerrê giran de kurd, bi ixaneta dewletê mezin kurdî têk çûn. Lewra Dewletê dagirkerê axa wan giş xulam û xizmetkarê wan dewletê mezin bûn. Ji ber ve yekê Kurd têk çûn. Wendakirin. Mafê xwe, bi dest nexistin. Di vî şerrîde hettanî Şerrê Şex Said, Melle Selim, Komqujya Dersîme û Serhildana Agirî, Serok û rêberê kurda giş ji tamara kurdayî kevneşopî dihatin. Gişê wan ya Şex, ya Axa, Serokê Êşîrekê, yan jî Melle bûn. Kurdî dihatin dinyê, ji bona kurda û Kurdistanê dimirin, dihatin kuştun. Bi ruhê Kurdên bi rûmet û serbilind ji dinya diçûn. Her tiştê xwe ji bona vê yekê feda dikirin.
Hilbet di nav wande jî, hinek merovên ne rast jî hebûn. Lê meriv kani di derheqê wande vê yekê bê guman bibêje. Eger kû derfet û zanîsta îro di destê wande hebana, wê mitleqa di doza xwede bi serketana. Lê heyf mixabin bi serneketin. Hinek hatin kuştun, hinek hatin Daliqandin, hinek di zindanade hatin rizandin, hinek jî hatin surgûn kirin. Heyf mixabin ew qirna, ew tamara bi wî hawî hat qutkirin û qedya.

Piştî kû ew tamar qedya, dagirkerên Kurdistanê li her perçî ji xwe re dinava kurdande mejîyakî sîyasetê ê nuh ava kirine. Di nav Kurdê Sekûler jî, ê Dindarde jî ev mejîya ava kirin. Ev mejî û sîyaset, di rûre kurdî û ji bona Kurda xwîya dikin. Qaşo ji bona Kurda dixebitin. Hinek ji wan jî,jê bi kurdî jî di axivin,lê dest û nigê wan,dil û mejyê wan, ji bona dujmin û dagirkerê kurda dixebitin.Encama xebatê wan giş Kurda qels;dujminê kurda jî xwurt dikin.Ev pêncî,şêst sal ê kû ev nexweşî di nav milletê Kurdde xwe dijîne. Ev nexweşî, ev penceşîr bi hawakî pir balkêş mejîyê kurda li nav hev dixe û ji kok de duxwu, dirizîne…

Bi vê mijarêve girêdayî, ez du minaka bidim.
Yek, di sala 2018’a wandebû, ez wek cîgirê alîkarê Serokê partîyake, Partîya İnsan û Azadî, beşdarî civîna Sîyasî Partîyên kurda bûm.(Paşê ji ber hinek Polîtîqa û kiryarên wanî êlatewş, wikî vala, xebaten hew ji bona berjewendîyê ji bona hinek kesayetna tenê, min ji wê partîyê îstîfa kir).
îddîa û gotarên gişa, qaşo kirina Kar û Xebatên li ser navê kurda bûn. Navê wê xebatê jî pir balkêş û mayînde bû, “Tifaqa Kurdistanî” bû. Heçî partîyên kû bi Hadep’ê re tifaka hilbijartinê kiribûn, beşdar bûbûn. Dewama wêya îro Dem Partîye. Partîyê kû di wê tifaqêde ez ne şaş bim, 8-9 partî û hereketê sîyasî bûn.
Wê rojê mazûbanê wê civînê KDP-T bû. Bi Serok û Cîgirê Âlîkarên Serokan, Wekîl û Endamê Partîyan, em nêzîkî 25-30 kesî, di wê salonêde civîya bûn. Ew canik û câmêrana giş li ser masayek dirêja bi şiklê Û civîya bûn. Nêvî jê Hadep’yî û pêkhatê wê bûn. Nêvî jî ji xwe wek Partîyê Kurdistanî bi nav dikirin. Sosyalîst, Qominîst, Nijadî, Dindar û Muhafezekarê kurda giş tevdebûn…
Mijara sereke rê û rêbazê Tifaq û Serkeftina Kurda bû. min pirsek wanî ji gişan kir û bersiv xwest. (Ew kesên kû beşdarî wê civînê bûne giş hîn saxin. Ji bona kû ez bi tu kesîre nekevim polemîkê vala, ez nava li vir qeyd nakim. Lê ez bawerim ê kû beşdarî wê civînê bûn, giş bi xwe zanin. İcab biki ez kanim nava gişa li vir rêz jî bikim. Eger min ev pirs nekiribe. Ez li her cezayî razîme.)
Min got, gelî rêzdaran, gelî xweşk û biran, gelî hevalan Masa mê bûye wek du felqê zebeşan. Em nêvî dibêjin kû çara xellasî û azadîya me kurda, hew xwedîbûna dewletbûnê ye. Nîvê me jî dibêje kû, ê kû mala me xerakirîye, çi bobelatên xerab hatîye serê me, bela hebûn û xwedîbûn û xwestina dewlet bûnêye. Ji bona Xwedê, pîrozbahîyê we, baweryê we çi dibe bira bibe, ji bona rêzdarî, hezkirin û êvîna wan,kijan raste? Kîjan ê me xellas bike?
Xwedî dewletbûnî yan bê Dewletbûnî? Hûn kî kanin ji me re rîya rast bibêjin? Ezê li ser navê Xwedê sûnd bixwum, ezê li ser wê rîyê bimeşim. Min bersiva pirsa xwe bi hawakî xweşû rast û vekirî ji tu kesî negirt. Sedem ev mijar ne mijara wê civînê bûye… Navê civînê tiaq û yekîtîya kurdaye. Lê, emê li ser çi tifaqê bikin, naveroka vê tifaqê çiye, ew ne mejara vê civînê ye… Ma gelo em bigrîn yan bikenin…?
A duda: Sal,2014-2015 wane. Ez seroka Hereketa Azadiya îslamîya kurda me. Qanalek tv’ya, qaşo li ser navê me kurda weşanê dike, ji bona mijara Tifaqa Netevi hatîye bi minre hevpeyvînê bike. Ew pirsê xwe bi tirkî ji min dike. Ez bi kurdî bersiva wî didim. Mijar Qongreya Tifaqa Netevîye. Li ser navê Kck’ê ji bona vê qonferansê daxwîyanyak daye çend xal nivîsandîye:
1.Di vê qongrêde, hewceye kû hêz û komên kck’ê ve girêdayî ji % 60, bên bijartin û temsîl kirin.
2.Hewceye kû temsilkarê çepgirên Tirkan jî tev vê Qongrê bibe.
….

Rojnamevan ji min dipirse, tu di derbarê vê mijarêde çi di fikire?

Min Bersiva xwe, wanî anî ziman:

  1. Hewceye kû navê vê Qongreyê, Qongra Tifaq û yekîtîya milletê kurd bi.

2.Hewceye kû armanca vê qongrêyî herî sereke û mezin rizgarkirina welatê kurda bi û ji kurda re avakirina dewletek xwedî êdalet û merhemet bikê mijara herî girîng.

3.Di vê qongrêde kîja erka xwedî nirxê bi êdalet û exlaq, mafê bijartin û hukûmranîya ji % 60 didê hêz û rêxistinê KCK’ê? Em kanin ji vê yekê re bibêjin ev demoqrasîyake rast û duruste?

4.Di qongrakê kurdayî netevî de çi îş û karê çepgirên tirka bi hawê delega û temsilkara heye? Kîjan sazîyên kû bi rastî jî ê kurda bin, çi hêzê kanin vî mâfi bide çepên tirka, yan êreba, yan jî ê farsa? Em kanin bi vî mafî, tev civînê wanî mîllî-nîjadî bibin. Ew wî mâfî didin me, ya na?

5.Em kurd mejbûrin kû xwedî exlaq û nirxên kevneşopîya xweyî durust bin. Ya nana hezar sal jî tê herre em ji binê koletîya xespkara û dujmuna xellas nabin…

Ev herdu minak jî, bi hawakî pir şênber û balkêş dide ber çâva kû, em hêz û partîyên kû li sernavê milletê kurd siyasetê dikin, em wek herdu serîyê miqnatîzêyî, ê kêm û zêde, em hêz û qûweta hevdu dikişînin. Bi vê yekê em kar, xebat û enerjîya hevdu bê wate dikin. Pûç dikin. Lomanê em bi ser nakevin.
Yan jî, em bi hawakî din, em hêzê xwurt, ê zeîf di nav xwede di mehînin û wan bi dostayî dukujin.Pûç dikin..Hundurê wan vala dikin.Wan bê bandor û bê rûmet dikin.Ê kû be qeyd û bê îtiraz ji mere îteêt nekîn, em wan bê rêz dikin.
Rewş û Halê sîyasetê ma kurda ji xwe eve. Ji bona kû di pêşerojêde em deskeftinek mayinde bi dest xwe bixin, tu plansazî û sitratejîyê meyî kûr û dûr tune ye. Eger kû hebûya:

1.Fikr û raman û kiryarên Sîyaset, Leşkerî, Bazirganî-Aborî, Rewşenbîrî, Dîn û Bawerîyên civaka me kurda, wê bi biryara van her penc beşa, pirrayî li cîhekî kom bibaya û bi her hawî bi pevre bi meşyana. Kanîbana pevre kar û xebatên kû pê kurd giş xellas bibin bikirana.
2.Îro roja hazir, wê zimanê me 30 mîlon Kurdên Bakûr ê perwerda Qirêşa, ê dibistanê seretayî, ê zanîngeha, ê Bazirganîyê, ê Tendûrustîyê, ê Din û Bawerya li mizgefta… bi kurtayî, wê zimanê jiyana me bi fermî, Zimanê kurdî bûya. Wê her beş û qadê welatê mê bi kurdî bihata bi nav kirin.
3.Emê li ser axa xwe hukûmdar û fermandarbûna. Sewq û îdara welatê me giştûk, wê di dest mede bûya.
4.Sinorê welatê me wê bi fermî diyar bibaya. Wê ewlehî û parastina welatê me di destê mede bûya.
5.Wê li koma milleta û temamê dinyayê navê welatê me bi fermî bihata qebûl kirin û naskirin…
Peyva meyî dawî, Xwedayê xwedî hêza mezin, 70 mîlon Kurdî, rojekê berî rojekê, li ser ruyê axa vê dinyayê, bigihîne mafê wanî xwezayî û netêwî gişa. Ji bona vê yekê hest û ûjdanêkî paqij û durust bide me kurda gişa…

28 Sibat 2025

Çîkrokek,ji pirtûka minî li ber çapkirinêye,bi navê ji bona mezina çîrokên qert qûrt û kurda. Çîroka dawîn.

Kuzey Kürtleri Siyasetinin hali pür melali ve Ters çekimle birbirinin güç,kuvvetini sıfırlayan mıknatısın iki ucu
Yorum Yap

Tamamen Ücretsiz Olarak Bültenimize Abone Olabilirsin

Yeni haberlerden haberdar olmak için fırsatı kaçırma ve ücretsiz e-posta aboneliğini hemen başlat.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Giriş Yap

H24 Haber ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

Bizi Takip Edin
KAI ile Haber Hakkında Sohbet
Sohbet sistemi şu anda aktif değil. Lütfen daha sonra tekrar deneyin.